Şenîyên taxa Hidirliktepe: Em destûr nadin taxê hilweşînin 2019-07-30 09:03:35   ENQERE - Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê di çarçoveya "Projeya Veguherandina Bajar" de hinek xaniyên li taxa Hidirliktepe yek ji taxên herî kevn a Enqereyê ye xera kir. Şêniyê taxê diyar kirin ku ewê li dijî hilweşîna taxê serî rakin û destûrê nadin ku taxê xera bikin.   Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê di çarçoveya "Projeya Veguherandina Bajar a Hidirliktepe, Atifbey û Îsmetpaşa" de aşkere kir ku wê xaniyên li taxa Altindagê xera bike. Li taxa Hidirliktepe jî 6 salin xanî tên xerakirin. Taxa Altindag ku 150 sal berê hat avakirin û navê xwe ji Keleha Enqereyê distine, yek ji şevnişînê herî kevn a Tirkiye ye. Hidirliktepe ya girêdayî Altindagê jî para xwe ji xerakirinê girt û xaniyê taxê tên xerakirin. Taxa Hidirliktepe ku xebatên xerakirina xaniyan didome, bûye wekî qada şer. Welatiyên ku destûr nadin xaniyê wan xera bibin, taxê terk nakin û li ber xwe didin.    JI BO XANIYÊ 26 SALIN LÊ DIJÎ LI BER XWE DIDE'   Şêniyê taxê Hayati Aşikoglu ku 26 sal berê xanî li vir kirî bertek nîşanî projeyê da û got: "Di bin avê guhertina bajar de milet talan dikin. Min 22 sal berê heqê zeviyê da. Niha xaniyê min 160 metre kare ye. Lê 100 TL heqê wî didin. Ez 46 salin ajokariya texsiyê dikim. Min bi keda xwe ev xanî kriye. Lê niha xaniyê min ji min distînin. Hiqûq û qanûn tune ye. Zextan li min dikin ku ez bi erzanî xaniyê xwe bidin wam. Ez niha nikarim bi 56 hezar TL xaniyekî şevnişînî bikirim. Niha millet rezîl û ruswa bûye."    Hevjîn Yuksel Aşikoglu jî bertekên xwe anî ziman u wiha got: “Xaniyên cîranê me bi zorê ji wan stendin. Lê heqê wan jî nedan wan. Niha dixwazin xaniyê me jî bi zorê ji me bistînin. Bi 100 TL emê çawa bidin. Em 52 salin li vê taxê dijîn. Xanî yê me ye. Zevî yê me ye. Lê bi zorê ji me distînin. Pere xistin qaza xwe. Lê tapoya wê nedan me. Dewlet malê milllet xezp dike. Emê ji bo mafê xwe li ber xwe bidin."     Şeniyên taxê diyar dikin ku bi zorê xaniyên wan ji wan distinin û xera dikin û vê yekê qebûl nakin. Şeniyê Taxê Masum Utanç jî anî ziman ku 50 salin li taxa Hidirliktepe dijî û wiha got: "Em li vir muxatabê xwe nabînin. Dixwazin em xaniyê xwe bidin wan û biçin. Lê li şûna vî xanî xaniyeki din nadin me. Dixwazin em biçin cihekî din xanî deyn bikin an kirê bikin. Ev der navenda Enqereyê ye û wekî Sûriye ya hatiye bombekirin e. Pirani kesên ji Sûriye reviya ne hatine li vir dijîn."     MA / Zemo Aggoz