ROJEVA 30'E TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-30 09:00:27   * Li kontarên Çiyayê Kaz, lêgerîna şîrketên bazirganiyê ya zêrê bi sîyanur, tevî hemû bertek û nerazibûnên gelê herêmê didome. Nobeta parazvanên xwezayê ya qadên jiyanê jî bi biryar li dijî talankirina xwezayê didome. Parlamenterê CHP'ê Muharrem Erkek, diyar kir ku ji bo zêr pêşeroja zarokan tune dikin.   * Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê di çarçoveya "Projeya Veguherandina Bajar" de hin xaniyên li taxa Hidirliktepe yek ji taxên herî kevn a Enqereyê ye xera kir. Şêniyê taxê diyar kirin ku ewê li dijî hilweşîna taxê serî rakin û destûrê nadin ku taxê xera bikin.   * Li Mêrsînê welatiyên ji bo debarê bikin seyarfiroşiyê dikin, bi zabitayên şaredariyê re di nava sergêşî û serêşê de ne. Zabita destûr nadin ku seyarfiroş karê xwe bikin û wan asteng dikin. Seyarfiroşan diyar kirin ku ne ji neçarî be vîkarî nakin û wiha gotin: "Kar tune em betal in. Ji bo em debara xwe bikin em ji neçarî vî karî dikin."    * Endezyarê Çandiniyê Umît Kandemîr, bal kişand ser dermankirina pembû ya li dijî kêzik û nexweşiyan û got "Dema we pembû û çandiniyên din derman kirin divê hûn hevsengiya ekolojiyê esas bigirin û li gorî wê derman bikin."    * Karkerên şîrketa Ozsutê yên ji kar hatin avêtin û heqê wan ji wan hatiye stendin, ji bo mafê xwe bistînin ji 3'ê Tîrmehê heta niha çalakiyê li dar dixin. Karkerên Ozsutê diyar kirin ku heta ew mafê xwe bistînin wê çalakiyax we berdewam bikin.   * Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, wê li Mala Mêvana ya Cevahîr Xan a Rihayê dê beşdarê xwarina taştê ya bi gel re bibe. (11.00)    * Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, dê rapora “Binpêkirinên mafên Mirovan a 6 mehên dawî yên sala 2019’an a Herêma Rovaja û Anatoliya Başûrêrojhilat” li avahiya şaxa xwe ji raya giştî re parve bike.( 12.00)   * Şaxa ÎHD’ê Enqerê, rapora 3 mehan a  binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên herêma  Anatoliya Hûndûrîn rû dan, wê li avaha şaxa xwe ji raya giştî re ragihîne.  (12.00)   * Tevgera Jinên Azad (TJA), bi şîara “Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan” wê li Navenda Çandê ya Nûda ya Wanê starta xebatên xwe bide. (13.00)