Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Bulut hat berdan 2019-07-29 21:40:01   STENBOL – Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Tugba Bulut serbest hat berdan.        Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Tugba Bulut a di 22'ê Kanûna 2018'an de di serdegirtina malê de hatibû girtin, hat berdan. Bulut, bi îdîaya “Endama rêxistinê ye" ji aliyê Dadgeha 1'emîn Sulh Ceza ya Anadoluyê ve hatibû girtin. Piştî gDadgehê, sedema girtina Tugba Bulut ji nûve lêkolîn kir û nirxand Bulut serbest berdan. Bulut, piştî biryara dadgehê ya berdanê, ji Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Bakirkoyê derket.