Baroya Dersîmê bertek nîşanî ‘Qada madenê' da 2019-07-29 15:38:59 DERSîM – Baroya Dersîmê diyar kir ku îlankirina qadên madenê yên li Çiyayê Munzurê wê rê li pêş windahiyên mezin veke û bang li gel kir ku li dijî vê yekê têbikoşin.      Baroya Dersîmê têkildarî îlankirina qadên madenê ya li Çiyayê Munzurê daxuyanî da. Baroya Dersîmê bang li gelê Dersimê kir û xwest li dijî van qadên madenê hestiyar tev bigerin. Baroyê anî ziman ku di serdema Mihrîcana Xweza û Çanda Mûnzûrê tê lidarxistin de, ji bo qada 43 hezar hektar ku golên krîter, gir, zozan, wargehên mêşan dixe nava xwe ruhsata qadên madenê destûrê dide û deriyê vê qadê li şîrketên madenê yên neteweyî û navneteweyî vedike. Baroyê da zanîn ku bi vê îlanê wê xweza talan û wêran bibe û zerarek pir mezin li pey xwe bihêle. Baroyê, da zanîn ku wê gelek dar û berê li vir bên jêkirin û 227 cureyên nebatên endamîk ku tenê li Dersimê dijîn tune bibin. Baro, bibir xist ku bi tevahî hezar û 900 cureyên nebat li Parka Neteweyî ya Munzurê dijîn û ev kanên li vir bên vekirin wê van nebatên endamîk tevan tune bike.    Baroyê bilêv kir ku ev îlana qadên Madenê li djî Hiqûqê û Peymana Mafên Mirovan a Ewropa ye. Baroyê herî dawî da zanîn ku heta niha çawa bi rêbazên hiqûqî têkoşîna xwe kirine wê ji niha û şûnde jî têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin. Baroyê ji gelê Dersîmê jî xwest li dijî vê yekê têkoşîna xwe berdewam bikin".