ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-29 09:00:22   * Aktivîsta TJA'yê Zeynep Uren, der barê çalakî û planên kampanya 5 mehan a TJA'yê de agahî dan û wiha got: "Em ê li dijî tacîzkirina ajokarên jin ên di trafîkê de “Karwana Xemrî" ava bikin. Dîsa em ê di mijara "Divê mêrê azad çawa be" perwerde bidin mêr.    * Ronî Yavûz ê 4 salin li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 4 a Şakranê tê girtin, rêveberiya girtîgehê 29 rojin bi sûcdariya dîmenê kamerayê yên aîdê wî ne, di odeya yek kesî de digire.    * Welatiyên ku ji ber hilweşandina Taxa Cemalbay neçar man ji malên xwe derkevin, dixwazin vekirin taxa xwe. Welatiyên destûr nedan ku xaniyên wan bên xirakirin jî, ev 4 salin li ber xwe didin ku ji taxa xwe dernekevin.   * Welatiyên ku bêkariya li welat zêde dibe bi polîtîkayên hikumetê ve girê didin, diyar kirin ku divê desthilatdarî dest ji heskirina xwe ya meqam berde û ji bo berjewendiyên gel polîtîka bi rêve bibe. Li gorî welatiyekê Servet Sever jî, bêkarî ciwanan ber bi tiryakê ve dibe.    * Karkerên Hîlton-SA yên ji bo zêdekirina maeşên xwe ev 5 rojin di çalakiyê dene, gotin; “Emê dest ji vê doza xwe ya mafdar bernedin.”    * Piştî 25 salan ji jinên tevnkar ên li Kadîfekale ya dîrokê kirêya cih xwestin.  Mûxtarê Kadîfekale Davût Tekîn, diyar kir ku jinên nekarin kirêya cih bidin, dê neçar bimîne ku dezgeha xwe rake.    * Kurte fîlma binavê “Cî Nema” ya çîroka zarokekê biçûk Rodî ku ji Cizîrê diçe Stenbolê û li wir jî cih nabîne, di demek nêz de derkeve pêşberî huner hezan. Derhênerê fîlmê Cabbar Alp, got: “Ez hêvî dikim ku dengê min xwest bidim bihîstin, bê bihîsitin.”   * Piştî Çiyayên Mûnzûrê bi temamî weke qada madenê hat îlankirin, derket holê ku beşeke Parka Mîlî ya Mûnzûrê ku Avzêmên Mûnzûrê jî di navê deye, ji bo lêgerîna madenê ruxsta ji bo fîrmayekê hat dayîn. Parêzer Bariş Yildirim, diyar kir ku di ruxsta hatî dayîn de beşek Parka Mîlî ya Mûnzûrê jî heye.   * Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) û komek rojnameger di salvegera 27'emîn kuştina xebatkarê Kovara Ozgur Halkê  Çetîn Abayay de, wê wî li ser gora wî bibîr bîne. (10.00)