Temellî malbatên Eroglû û Guloglû ziyaret kirin 2019-07-28 21:13:05 DERSIM - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, malbatên Nûpelda û Ayaz Guloglû yên di teqîna Dersimê de jiyana xwe ji dest dan û Engîn Eroglû ziyaret kirin.   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sazaî Temellî, Parlementerên HDP'ê Alîcan Onlu, Mûrat Çepnî, Kamal Bulbul, Remziye  Tosûn, Îmam Taşçier û Mûsa Farisogûllarî yên ji bo Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê çûn Dersimê, gelek sazî û malbat ziyaret kirin.   Temellî û yên pêrê, dest pê kê Hevşaredarên bajaroka Perî Songul Dogan û Orhan Çelebî ziyaret kirin û dûre derbasî navçeya Pulurê bûn. Temellî û şendeya HDP'ê ya pêrê, pişt re malbata Engîn Eroglû yê di encama deriyê baxaja otobusekê lêket de, ket Çemê Mûnzûrê û jiyana xwe ji dest da û malbata Nûpelda û Ayaz Guloglû yên di teqîna Dersimê de jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kirin û sersaxî ji malbatan re xwest.    Temellî, ji malbata Guloglû re got ew êşa wan parve dikin û diyar kir ku hemû êşên tên jiyên texrîbatên dewletê ne. Temellî, da zanîn ku ewê bi hevre li dijî hemû êşan rawestin û wiha got: "Ne mimkune ku bûyera hat jiyîn bê derbaskirin. Li ser navê ku em zarokên xwe ji bîr nekin, divê hîn zêdetir em dengê xwe yê li dijî şer bilindtir bikin. Çi gava ku min bûyer bihîst, Ceylan Onkol hat bîra min. Ji bo ku zarokên me yên din jiyana xwe ji dest nedin, divê ku em dengê xwe bilindtir bikin."