Ciwanên Minbicê xwest ciwan li tenişta QSD'ê cih bigirin 2019-07-28 14:37:03   MINBIC - Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê bang li hemû ciwanan kir ku gefên dewleta hikûmeta Tirkiye ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin û li kêleka QSD`ê bisekinin.   Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclisa Jinên Ciwan a Minbic û Gundewarên wê, ji bo şermezarkirina gefên hikûmeta Tirkiyeyê ya li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Çerxerêya Sebi Behrat li navenda bajêr kom bûn. Bi dehan şênî û ciwanên Minbicê kom bûn û bertekên xwe anîn ziman. Endama Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê Meryem El-Mihemed axivî û diyar kir ku Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê herêmên Efrîn, Cerablus, Bab, Ezaz û Idlibê dagir kiriye û wiha got: "DAIŞ`ê beriya rizgarkirina bajarê Minbicê, bajar dagir kiribû. Ji bo parastina bajar parastina ciwanan pir girîng e. Ji ber vê yekê rihê şoreşgerî di ciwanan de û perwerdekirina ciwanan di hemû qadên jiyanê de tekez giring e."      Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Feysel El-Hesen jî wiha axivî: "Hin dewletên rojava di gurkirina agirê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dixebitin. Ev dewlet ji bo berjewendiyên xwe li herêmê kar dikin."    El-Hesen, bal kişand ser girîngiya şiyarkirina şêniyan û xwest li dijî komên çekdar ên Tirkiye piştgiriyê dide wan hişyar tev bigerin. Hesen xwest hemû ciwan li kêleka QSD`ê bisekinin û got: "Tenê şênî û ciwan dikarin bajar biparêzin."