'Pêşîlêgirtina Hepatitê pêkan e' 2019-07-28 14:13:41   AMED - Serokê Komeleya Hekîmên Malbatan a Amedê Dr. Kemal Noyan, diyar kir ku salê 1 milyon û 34 hezar mirov ji ber vîrûsa Hepatîtê jiyana xwe ji dest dide û wiha got: "Lê bi derziyan pêkan e ku mrov rê li pêş vê nexweşiyê bigire."    Yekîtiya Hepatît a Cîhanê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di sala 2010'an de "28'ê Tîrmehê Roja Hepatît a Cîhanê" îlan kiribûn. Bi minasebeta rojê Serokê Komeleya Hekîmên Malbatan a Amedê Dr. Kemal Noyan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Noyan, diyar kir ku nexweşiya Hepatît rê li pêş wê tê girtin û wiha got: "Cureyên vîtûsên hapatit hene. Yên nexweşiyê belav dikin jî hene, yên nexweşiyê bi xwe re digerînin jî hene. Bi milyonan mirovan dixe bin bandora xwe. Li Cîhanê salê Milyonek û 34 hezar mirov ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin. Li Cîhanê ji 325 milyon mirovan 300 milyon mirov bi vîrûsa viral (Ya belav dibe û xwe digîne yên derdorê) a hepatit B û hepatit C ye. Li Welatê me jî tê texmînkirin ku hêj tam teşhîs nehatiye kirin bi giştî 3 milyon û 500 hesar nexweşê hepatit B heye. 400 hezar jî bi nexweşiya hepatit C ye."    Noyan, anî ziman ku ev nexweşî bi derziyê tê parastin û mirov dikare bi rêya derziyan rê li pêş wê bigire.  Noyan, xwest li dijî vê vîrusa hepatitê de asta navneteweyî, neteweyî û herêmî de têkoşîn bê meşandin û li ser vê yeke planên wan ên çalakiyê hebin.