Dayika E.L.: Bila cezayê herî giran li tecawizkar E.B., bibirin 2019-07-28 10:58:54   WAN - Li navçeya Rêya Armûşê E.B. li dikana xwe tecawizî E.L. kir. Piştî bûyerê polîsan E.L. birin qereqolê û îfadeya wê girtin. Dema polîsan îfade girtin gef xwarin û got: "Rast bêj e. Tu nebêje emê dayik û bavê te bigirin." Dayika E.L., O.L., xwest tecawizkar E.B. rastî cezayê herî giran bê.    Di 24'ê Tîrmehê de li Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê zaroka 9 salî E.L. dema çû dikana E.B. ya li taxê rastî tecawiza xwediyê dikanê E.B., hat. Piştî bûyerê bavê 4 zarokan E.B., yê li dikana xwe tecawizî E.L. kir, hat binçavkirin û girtin. Piştî bûyerê dayika E.L. O.L. têkildarî bûyerê bang li polîsan kir û li E.B., îxbar kir. E.B. yê hat binçavkirin hat girtin û şandin girtîgehê. Niha nayê zanîn ku E.B., li kijan girtîgehê ye.      Dayika E.L., O.L., têkildaî mijarê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. O.L., xwest tecawizkarê keça wê E.B., bi awayekî herî giran bê cezakirin.    O.L., anî ziman ku wê di 23'ê Tîrmehê de keça xwe şand marketê û wiha got: "Keça min 2 rojan li ser hev rastî tecawizê hat. Keça min 2 rojan qala mijarê nekir. Keça min cara duyemîn çû marketê E.B. tecawizî wê kir. Dema vegeriya malê ruyê wê mor bûbû. Piştre hevjîna E.B. li min geriya. Got 'Keça te li malê ye ya na?' 5 deqîqe şûnde hevjîna E.B. dîsa li min geriya. Xwest ez tenge telefonê vekim û bidim keça xwe. Hevjîna E.B. ji keça min re got 'Dema ez hatim hevjînê min tiştek bi te kir?' Ez şok bûm. Piştre ez bi keça xwe re axivîm. Tişta bi serê wê te hat yek bi yek ji min re vegot. E.B., ji keça min re gotibû 'Ger ku tu ji dayik û bavê xwe re bêje, ezê dayik û bavê te bikujim' Lê keça min hemû tişt ji min re got.  Piştî ez fêrî bûyerê bûm ez li polîsan geriyam û min bûyer ji polîsan re got. Keça min tişta bi serê wê de hat hemû ji polîsan re jî got."      O. L. anî ziman ku dema keça wê îfade da polîsan, polîsan ji keça min re got 'Rastiyê bêj e. Ger ku tu rastiyê nebêje emê dayik û bavê te bigirin. Keça min bi girtina dayik û bavê wê tehdît kirin. Keça min jî got 'Ger ku ez rastiyê nebêjim dayik û bavê min bigirin. Em birin qereqola Polîsan a 2'ê  Nîsanê. Îfadeya min û keça min girtin. Wê demê îfadeya E.B. yê tecawizî keça min kirin jî digirtin. Keça min birin şaxa zarokan. Saet di 21.00'an de birin Nexweşxanmeya Herêmê. Keça min di kontrola tenduristiyê re derbas kirin. Dozger û derûnînas bi keça min re hevdîtin kirin. Dozger ji min re got 'Cezayê E.B. mezin e. Gunehekî mezin kiriye. Çi ceza hewce bike emê bidin. Niha E.B. hat girtin. Lê niha li ku girtî ye nizanim. Dixwazim cezayê herî giran li bersûc bibirin. Piştî bûyerê şeniyên taxê hatin kom bûn û xwestin dikana tecawizkar E.B. bişewitînin. Niha keça min  li mal e, nê ne li ser hişê xwe ye. Derûniya wê xera bûye. Ez bang li her kesî dikim ku li hemberî vê yekê helwesta xwe nîşan nedin. Vî kesî îro li keça min kir wê sibê li keçên din bikin. Ez dixwazin E.B. bi awayekî herî giran bê cezakirin."   MA / Ayşe Surme - Dindar Karataş