Li Silopiyê êrîşî maşîna zirxî hat kirin: 2 leşker birîndar bûn 2017-11-23 16:52:12   ŞIRNEX - Li Silopiyê êrîşa roketê li dijî maşîneya zirxî pêk hat û di pevçûna derket de 2 leşker birîndar bûn.    Li gundê Gite ya girêdayî navçeya Sîlopî ya Şirnexê, êrîşa roketê li dijî maşîneya zirxî ya ji operasyonê vedigeriya, pêk hat. Piştî êrîşê pevçûn derket û 2 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.  Maşîneya zirxî zirarek mezin dît û li herêmê bi piştgiriya hewayê, operasyona leşkerî dest pê kir.