Li Altindagê daneheviya bajarekî tê tunekirin 2019-07-28 09:03:03   ENQERE – Rûxandina xaniyên li taxa Altindagê didome. Seroka Şaxa Odeya Avahîsazan a Enqereyê Tezcan Karakûş Candan, got bi veguherandina bajêr re daneheviya bajêr tê tunekirin.    Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê, di 16'ê Hezîrana 2006'an de taxa Hidirliktepe, Atifbey, Îsmetpaşa û Cemalbey ên navçeya Altindagê wekî qada "veguherandina bajêr" îlan kiribû. Piştî îlankirinê, di çarçoveya "Projeya Veguherandina Bajêr a Hidiliktepe, Atifbey, Îsmetpaşa"yê de taxên navborî di 11'ê Îlona 2012'an de wekî qadên birîsk hatin diyarkirin. Piştî vê şaredariyêr agihand ku wê li van taxên navbirî wê qadeke 2 hezar metrekareyî bê nûkirin û wê 6 hezar û 400 şevnişîn jî bên rûxandin. Di vê çarçoveyê de bi tevlîbûna Şaredariya Altindagê li taxa Hidirliktepe û Atifbeyê hin xanî û li taxa Cemalbey û Îsmetpaşayê jî hema bêje tevahiya xaniyan ahtien rûxandin.    Beramberiya xaniyên hatin rûxandin, hin şêniyên xaniyên wan hatin rûxandin bi kirê li xaniyên TOKÎ'yê hatin bicihkirin. Hin jê jî ji bo xaniyên wan neyên rûxandin bi salan e têdikoşin.    ‘RÛXANDIN DIDOME'    Seroka Şaxa Odeya Avahîsazan a Enqereyê Tezcan Karakûş Candan, ji sala 2012'an ve ye ji nêz ve vê rewşê dişopîne. Candan, got: "Xespkirina qadên ku xizanên vî bajarî bi keda xwe ava kirin, kirine veguherandina bajêr. Di vê pêvajoyê de fikr û ramanên tu kesên li wir esas nehatin girtin. Ji bo ranta bajar, ji bo sermaye ji nû ve hilberîne veguherîna bajêr bi kar anîn."    Candan, got: "Rûxandina li taxand didome. Li van taxên tên tên rûxandin avaniyek heye. Wexta ev hemû biçin sîstematîka bajêr jî xirab dibe. Veguherandina bajêr, daneheviya bajarekî tune dike." şunları söyledi: “   MA / Zemo Aggoz