Dozger ji bo laçika dayikên laçikspî got: 'Ji bo sempatîk bixuyên girêdane' 2019-07-28 09:01:41   STENBOL - Ji ber piştgirî dan çalakgerên çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê, der barê 13 dayikên aştiyê, parêzerek û rêveberekî HDP'ê de doz hat vekirin. Di îdianameyê de ji bo lakçikên spî yên dayikan hat derpêşkirin ku ji bo di raya giştî de "sempatîk, "dramatîk" û "demagojîk" bên dîtin girêdane.    Der barê dayikên laçikspî yên piştgirî dan çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan hatibûn destpêkirin, îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Arzû Kayaoglû û Hevserokê HDP'a Bahçelîevlerê Haci Ûgîş û 13 dayikên aştiyê ku di 9'ê Gulanê de dema xwestin li ber Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê çalakiya rûniştinê li dar bixin hatin binçavkirin, bi "bi zanebûnî alîkariya rêxistina çekdarî", "propagandaya rêxistinê", "muxalefeta li dijî qanûna jimare 2911" û "astengkirina peywirê" hatin tawanbarkirin.    Di  îdianameyê de ji bo laçikên spî yên dayikan hat derpêşkirin ku ji bo di raya giştî de "sempatîk, "dramatîk" û "demagojîk" bên dîtin girêdane.    Îdianame ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 23'yan a Stenbolê ve hat qebûlkirin. Danişîna dozê wê di 19'ê Kanûnê de pêk bê.    MA / Yasin Kobulan