Sarisaç: Qedexeyên li Wanê tezahura siyaseta îktîdarê ya li hemberî kurdan e 2019-07-28 09:00:55   WAN - Walîtiya Wanê hema bêje 15 rojan carekê "qedexekirina çalakiyan" nû dike. Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç bertek nîşanî vê yekê da û got: "Ev biryar nê kêfî ne, tezahura siyaseta îktîdarê ya li hemberî kurdan e." Sarisaç, destnîşan kir ku tekane rêya xelasiyê berxwedan e.    Walîtiya Wanê ji 21'ê Mijdara 2016'an ve 15 rojan carekê çalakiyên ku dê li bajêr bên lidarxistin qedexe dike. Walîtiyê herî dawî li Wanê konsera Mem Ararat qedexe kiribû. Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç bertek nîşanî vê yekê da û got: "Ev biryar nê kêfî ne, tezahura siyaseta îktîdarê ya li hemberî kurdan e."   'PERÇEYEKE PLANA RÛXANDINÊ NE'    Sarisaç, bilêv kir ku hiqûqeke du aliyî di dewrê de ye û got, li bajarên ku îktîdar lê xurt e hiqûqek, li bajarên ku îktîdar lê ne xurt e hiqûqek heye. Sarisaç, got: "Çawa ku aborî di nav alîgiran de tê parvekirin, di hiqûqê de jî heman rewş û bêedaletî heye. Niha li Wanê qedexeyeke ku nêzî hezar rojî ye didome heye. Her wiha ev qedexe li gelek bajarên Kurdistanê jî didome. Divê ev baş bê pênasekirin. Dema li ser van qedexeyan tê axaftin bîbiriyeke cuda tê afirandin. Wekî ku ev ne polîtîkayeke li dijî kurda be, polîtîkayeke walîtyan be. Her wiha wekî kuw alî bi kêfî tev digere tê nîaşndan. A rast ev biryar ne kêfî ne, polîtîkayeke hikûmetê ya li hemberî kurda ye. Ev di heman demê de konsepteke Plana Rûxandinê ye ku di sala 2014'an de ket dewrê. Ev konsept jî tê wateya ku hemû mafên kurdan û muxalifan ji dest wan bê girtin."    'EV NE QEDEXEYEKE KÊFÎ YE, KONSEPTEKE ÎKTÎDARÊ YE'    Sarisaç, anî ziman ku bi salan e hemû lêgerînên ji bo mafan tên çewisandin û got: "Îktîdar wekî gelekî qedîm nêzî kurdan nabin, wekî gelekî ku kengî bixwazin wê bis er wan de biçin dibînin. Di mîtîngên hilbijartinê de gotibûn 'bicehimin biçin 'Kurdistanê.' Ev gotin vê rewşê baş dide der. Ev gotin bi xwe nîşan dide ku ka der barê kurdan de di binhiliya wan de çi heye. Ev gotin tê wateya 'em bixwazin hûn ê li vira bijîn.' Û vê yekê bi her awayî dikin. Ev qedexe jî perçeyeke vê rewşê ne. Ev tenê ne ji bo konsera Mem Ararat e, li bajêr her cure çalakî tên qedexekirin. Lê belê tişta balê dikêşe jî çalakiyên tên qedexekirin jî hemû ên bi kurdî ne. Ev qanûnên ku piştî Rewşa Awarte hatin çêkirin û erk xistin destên waliyan li dijî qanûna bingehîn in. Li Wanê piştî Rewşa Awarte sê walî hating uherandin, her wiha bia wayekî fermî qedexe bi dawî bû, lê pêkanîn neguherîn. Kîjan walî hat li dijî çalakiyên kurdan tev geriyan. Ev ne meseleyeke kêfiyetê ye, ji kêfiyetê wêdetir konseptek e."    Sarisaç, destnîşan kir ku ji bo ev qedexe bi dawî bibin berxwedan şert e û got: "Li divî van rewşên neyînî mafê me yê berxwedaneke rewa heye û dema em vî mafî bi kar bînin wê ev qedexe bi dawî bibin."