Ket greva birçîbûnê 227 lîra cezayê para lê birîn 2017-11-23 16:04:58 ÎZMÎR - Kerkerê bi navê Mahîr Kiliç 11 roj e di greva birçîbûnê de ye, 227 lîre cezayê pere lê birîn. Her wiha dest danîn ser îşlikê wî yê "Ez di grevê de me" jî. Karkerê bi navê Mahîr Kiliç ji bo di Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê de dîsa dest bi karê xwe bike, 11 roj e di greva birçîbûnê de ye. Kiliç nîvro hat binçavkirin, piştî îfadeyê serbest hat berdan. Ji ber ku Kiliç îşlikê "Ez di grevê de me, karê xwe dixwazim" li xwe kiribû, hatibû binçavkirin û piştî ji "Qanûna qebehetê" 227 lîre cezayê pere lê birîn, serbest hat berdan. Kiliç destnîşan kir ku li qereqolê pirsên wekî tuyê çalakiya xwe dewam bikî, tuyê îşlik li xwe bikî, li wî hatine kirin, aşkera kir ku ew ê çalakiya xwe dewam bike.   Kiliç dema hat berdan, dest danîn ser îşlikê wî.