Serlêdana 250 parêzeran a ji bo hevdîtina bi Ocalan re red kirin 2017-11-23 16:00:23 STENBOL - Serdozgerê Komarê yê Bûrsayê serlêdana 250 parêzeran a ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, red kir.  250 parêzerên ji Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mêrsîn, Mugla, Colemêrg û Mêrdînê ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînin, bi riya Buroya Hiqûqê ya Asrin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Dozgeriyê, daxwaza parêzaran bi hincetên cûda  red kir.    Dozgerê komarê heta niha serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha 707 caran bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL”ê red kirin.