Rojên binçavkirinê ya siyasetmedarên Kurd dirêj kirin 2019-07-27 14:10:10   MÊRDÎN – Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê rojên binçavkirina 7 siyasetmedarên Kurd ku di navde Hevşaredarên HDP'î yên Nisêbînê û Bismilê jî heye dirêj kir.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de polîsan di 24'ê Tîrmehê de li Navçeya Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdîn û navçeya Bismilê ya Amedê bi ser gelek navnîşanan de girtibûn. Polîsan di serdegirtinê de Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut, Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer, Endamê Meclîsa HDP'ê Alaattin Semîr Zugurlî û Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Mêrdînê Leyla Bozkurt û Şehmus Sun, Endamê meclîsa Şaredariyê ya Nisêbînê Mehmet Emin Alkan û Sedat Ay binçav kiribûn. Lêpirsîna 7 siyasetmedarên Kurd ên 4 roj berê hatin binçavkirin didome. Hat fêrbûn ku serdozgeriye diyar kiriye ku wê roja duyemê îfadeya wan bistînin û rojên binçavkirinê dirêj kirine. Hat hînbûn ku der barê 3 kesên din jî biryara binçavkirinê heye.