Kesên bi çekê birîndar kirin, der barê wan de lêpirsîn nehat vekirin 2019-07-27 09:05:44 AMED - Sala par li Navçeya Liceyê, 3 kesan bi çekê êrîşî karkerê înşeatê Remzî Varsak kiribû. Di êrîşê de Varsak bi giranî birîndar bibû. Lê der barê êrîşkaran de lêpirsîn nehat destpêkirin.  Li Licê ya Amedê par di meha Tîrmehê de, xwediyê Şîrketa Reel Yapiyê Veysî Doman karkerên îneşatê Remzî Varsak bir Şaredariya Licê û li şaredariyê Varsak xistin odeyekê û 3 polîsan sîxurtî lê ferz kir. Li vira her sê polîs û cîgirê şaredarê Licê yê berê Îsa Gonultaş gef li Varsak xwarin.    Paşê Varsak, li Dozgeriya Komarê ya Licê giliyê her sê polîsan, Veysî Doman û Îsa Gonultaş kir. Lê bêyî îfadeya polîsan, Veysî Doman û Îsa Gonultaş bên girtin dozgeriyê lêpirsînê bi bêtaqîbatê bi dawî kir.    RÊ YA WÊ BIRÎN, EW DERB KIRIN    Piştî vê bi salekê di meha Hezîrana par de vê carê bi çekan êrîşî Varsak kirine. Dema Varsak di 28'ê Hezîranê saet li dor 23:00'yan diçe mala xwe ya li Taxa Kaliyê, xizmên Veysî doman Yaşar Ajde, Bîlal Doman û Bîrhan Yîgîtel rê li ber digirin û êrîşî wî dikin. Di dema êrîşê de Varsak ji bo xwe biparêze şûşeyeke cam a li erdê hildigire û Yaşar Ajde ji nava xwe bi sivikayî birîndar dibe.   BI ÇEKAN ÊRÎŞÎ WÎ KIRIN    Vê carê dotira rojê yanî di 29'Ê Hezîranê de dema Varsak ji mala xwe dertê Veysî Doman, Kadrî Muhacir û Sezgîn Ajde rê li ber digirin û bi çekê êrîşî wî dikin. Varsak, ji bo vê êrîşê got: "Serê sibehê rê li ber min girtin. Sezgîn Ajde rasterast êrîşî min kir. 2 gule li min ketin. Li cihê êrîşî min kirin înşeatek hebû Min jî perçeyeke hesin ji wir hilgirt û xwest xwe biparêzim. Bi hesin min li destê SezgînA jde da û çek ji destan ket. Wexta min hewl da çeka li erdê hilgirim, Kadrî Muhacir pêşiya min tev geriya û çek hilgirt. Paşê Kadrî bi çekê beraa min da. Ji navê berjêr 6 gule li min ketin. Piştî ketim erdê vê carê Veysî Doman bi hesinekî li min da."    DU SAET ŞÛNDE HAT BERDAN    Piştî bûyerê Varsak ewilî radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Licê û paşê wî dişînin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Varsak, bilêv kir ku ji be rêrîşa çekdarî ji sê kesên êrîşî wî kirin tenê Kadrî Muhacir hatiye binçavkirin û piştî îfadeya wî hat girtin du saet şûnde hat berdan. Varsak, anî ziman ku hefteyekê li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê maye, lê belê der barê êrîşkarana de lêpirsîn nehatiye destpêkirin.    Varsak, destnîşan kir ku piştî wî gilî kiriye dîsa gef lê hatine xwarin. Varsak, got ew ê di warê hiqûqî de bitêkoşe û xwest êrîşkar bên darizandin.    MA / Mehmet Şah Oruç – Ozgur Paksoy