Bersûcê fîrar ê doza Dînk hat girtin 2019-07-26 16:58:51 STENBOL – Bersûcê fîrar Tuncay Uzundal ê doza Hrant Dînk ku 15 sal ceza lê hatibû birîn hat girtin.  Bersûcê fîrar Tuncay Uzundal ê ji doza Gerînendeyê Giştî yê Weşana rojnameya Agosê Hrant Dînk tê darizandin hat girtin. Uzundal ji doza Dînk di sala 2007’an de hatibû girtin û pişt re hatibû berdan. Di rojên derbasî de dadgehê 15 sal ceza li Uzundal ê firar birîbû. Uzundal li Îzmîrê hat girtin û ew şandin girtîgehê.