4 roj in xwe nagihînin cenazeyê welatiyê fetisî 2019-07-26 16:48:51   RIHA – Edîp Kiliç ê di Çemê Firatê de fetisî 4 roj in cenazeyê wî nayê dîtin. Malbatê got xebatên lêgerînê kêm in.    Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê di 22’ê tîrmehê de Edîp Kiliç (42) ê ji bo xwe hînîk bike ket Çemê Firatê fetisî. Ev 4 roj in tevî hemû xebatên lêgerînê jî cenazeyê Kiliç nehatiye dîtin. Malbata Kiliç diyar kir ku xebatên dîtina cenaze kêm in û bang kir ku xebat berfirehtir bên kirin.