Yoldaş ê di bin çavan de rastî îşkenceyê hat emeliyat kirin 2019-07-26 16:24:23   AMED - Ahmet Yoldaş, ê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û rastî îşkenceyê hat, emeliyat kirin. Hevjîna wî Birsen Yoldaş  jî piştî îfadeya wê hat girtin serbest hat berdan.    Yekîneyên girêdayî Miduriyeta Ewlekariya Amedê, di 21'e Tîrmehê de bi ser mala Ahmet û Bîrsen Yoldaş a li Cadeya Karacadag a girêdayî navçeya Rezan a Amedê de girtin. Di serdegirtinê de, welatî Mucahît Yilmaz ê ji navçeya Qoser a Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabû. Xwediyê malê Ahmet û Bîrsen Yoldaş jî hatin binçavkirin. Cenazeyê Mucahît Yilmaz ê jiyana xwe ji dest da, li Morga Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Amedê tê girtin. Li gel malbatê cenaze teşhîs kirin jî bi sedema wê testa DNA bikin cenaze nedane malbatê.    Ahmet Yoldaş ê di bin çavan de piştî rastî îşkenceyê hat rakirin nexweşxaneya eskerî û emeliyat kirin. Hat diyar kirin ku Yoldaş rastî îşkenceyê hatiye û hestiyê piyê wî yê rastê hatiye şikandin. Li ser sînga wî jî şopa îşkenceyê heye. Hevjîna Ahmet Yoldaş Birsen Yoldaş jî piştî îfade da serbest hat berdan.