'Em ê pêşiya qatilan bernedin’ 2019-07-26 15:51:51   AMED – Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel di çalakiya ji bo Tahîr Elçî de axivî û got: “Jiyanek azad û bi hev re xeyalê parêzvanê aştiyê û edaletê Serok Tahîr bû. Em ê pêşiya xeyalên wî û qatilan bernedin.”    Baroya Amedê ji bo kujerên Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin bê dîtin di hefteya 186’emîn de li ber Dadgeha Amedê çalakî li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel û gellek parêzer beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te jî bîr nakin” vekirin.    Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin di çalakiyê de axivî û got: “Ji bo em xwedî li mîrateya Tahîr Elçî derkevin ev 186 hefte ne em çalakiyê li dar dixin. Lêpirsîn li cihê dest pê kiriye sekiniye. Em ê li gel vê bêhiqûqiyê jî li ber xwe bidin.”    'EM Ê PÊŞIYA QATILAN BERNEDIN’    Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel jî da zanîn ku ew pîşeyek ku sînorê wê nînin dikin û wiha got: “Di dosyeyê de tu pêşketin çênebûye. Kujer hatine tespîtkirin lê li gel vê yekê jî gavek pêş ve nehatiye avêtin. Ji bo edalet bê tecîlkirin, em ê piştevaniya xwe bidomînin.  Jiyanek azad û bi hev re xeyalê parêzvanê aştiyê, hiqûq û edaletê Serok Tahîr bû. Em ê pêşiya xeyalên wî û qatilan bernedin.”   LI PEY XEYALÊN WÎ   Parlamenter Meral Daniş Beştaş jî di çalakiyê de axivî û got ew ê li pey xeyalên Tahîr Elçî têkoşîna xwe bidomînin û dê nehêlin ku ev bûyer di tariyê de bimîne.    Parêzer piştî çalakiya rûniştinê dawî li çalakiya xwe anîn.