Şaredariya Sûrê dîsa vedigere xizmeta ‘pirzimaniyê’ 2019-07-26 14:48:16 AMED – Qeyûm li Şaredariya Sûrê xizmeta “pirzimaniyê” bi dawî kiribû. Şaredariya Sûrê biryar girt ku xizmeta “pirzimaniyê” carek din bide.  Şaredariya Sûrê di çarçoveya Plana Stratejîk a di navbera salên 2020 û 2024’an de ku bi dirûşma “Bîra Sûrê, em bi dengê dîwanê (dermal) plansaziya siberojê dikin” pêk tîne civînên xwe yên li hewş an jî li dermalên Sûrê didomîne. Hemû yekîneyên şaredariyê û xebatkar li hev civiyan û Hevşaredar Fîlîz Buluttekîn jî beşdarî civînê bû.  Di civînê de hat gotin ku plansaziyên berê pêk neanîne û dê bi dînamîkên bajêr re ji bo plansazî bikeve meriyetê dê mekanîzmayên şopandin û nirxandinê saz bikin.  Miduriyeta Çandê ya şaredariyê derbarê xebatên çand û hunerê de agahî da û ragihand ku wan biryara şaredariya wan carek din vegere xebatên “pirzimaniyê” girtiye.  Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hatibû kirin, dawî li xizmeta “pirzimaniyê” anî bû.