12 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2019-07-26 14:09:43   ÎZMÎR - Polîsan li navçeyên Menemen û Buca yên Îzmirê di serdegirtina malan de 12  kes binçav kiribûn. Her 12 kes bi şertê “kontrola edlî” hatin berdan.    Polîsan li navçeyên Menemen û Buca yên Îzmirê bi ser gelek malan de girtibûn û 12 kes binçav kiribûn. Her 12 kes bi şertê “kontrola edlî” hatin berdan. Piştî Endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest bi kampanya “Ne girêdayî be, azad be" kirin, polisan li dijî xebata ciwanan dest bi serdegirtina malan kir. Ciwanan di 21'ê Tîrmehê de li taxa Asarlik a Menemenê ya Îzmirê şahî li dar xistibû. Polîsan bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine" bi ser gelek malan de girt û 12 kes binçav kirin. Polîsan di serdegirtina malan de gelek pirtûk û cihazên elektronik jî desteser kirbûn.