Li Çelê eskerek hat kuştin 2019-07-26 13:21:01   COLEMÊRG - Li navçeya Çelê ya Colemêrgê di şer de eskerek hat kuştin.    Wezareta Parastina Neteweyî diyar kir ku li Navçeya Çelê ya Colemergê li ser sînor di navbera eskeran û endamên PKK’ê de şer derketiye û di şer de eskerekî wan jiyana xwe ji dest daye. Wezaretê daxuyaniyek nivîskî da û anî ziman ku di şer de eskereki wan jiyana xwe ji dest daye û eskerek jî birîndar bûye.