Li Amedê welatiyek hat binçavkirin 2019-07-26 10:42:52   AMED - Li Amedê şevê din Welatî Mesut Aslan hat binçavkirin û birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê.    Li Amedê şevê din welatî Mesut Aslan dema li gel hevalê xwe li kafeyekê rûniştibû ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Polîsan piştî Aslan binçav kirin bi îdîaya "der barê wî de biryara binçavkirinê heye" birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê. Parêzera Mesut Aslan ku çû Midûriyeta Polîsan diyar kir ku Aslan bi sedema der barê wî de biryar heye hatiye binçavkirin û hêj li Şaxa TEM'ê ya Amedê tê rawestandin.