Wesayîta polîsan rastî êrîşê hat 2019-07-26 10:39:27 SEMSÛR - Li navçeya Sîncîk a Semsûrê wesayîta polîsan rastî êrîşê hat û polîsek bi giranî birîndar bû.   Li navçeya Sîncik a Semsûrê, wesayîta polîsan rastî êrîşê hat. Hat diyar kirin ku di encama êrîşa bi çek de, polîsek bi giranî birindar bû. Walîtiya Semsûrê derbarê bûyerê de daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Li navçeya Sîncik otobûsa ekîbên polîs rastî êrîşa bi çek hat û polîsek birîndar bû."   Hat destnîşan kirin ku polîsê birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê  ya Semsûrê û piştî êrîşê li herêmê dest bi operasyonê hatiye kirin.