Çelîk: Bê ruhsat û destûr çawa mizgefê ava dikin? 2019-07-26 09:55:15 MÊRDÎN - Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk, têkildarî mizgeftên bê destûr û bê rûhsat pirsname da û xwest mizgeftên bê rûhsat û destûr tên avakirin bêl lêkolînkirin.   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan HDP Mardin Mv. Tuma Çelîk, têkildarî mizgefta bê destûr û rûhsat li ser axa Welatiyê Suryaniyê Xirîstan Ferît Kulen ava dikin, pirsname da Wezîre Bajarvanî û Derdorê. Wekîl Tuma Çelîk,  diyar kir ku bê rûhsat û destûr li ser axa Welatiyê Suryanî yê Xirîstiyan Ferit Kulen mizgeftê ava dikin û wiha got: "Suryaniyan bê mulk dihêlin. Bi rêbaza xezpê heta niha bi deh hezaran xanî, zevî û baxçe û malên din ên xirîstiyanan desteser kirine. Îro jî zeviya Welatiyê Suryaniyê Xirîstiyan Ferît Kulen xezp dikin. Ev tenê mînakek e. Xizpkirina mulk yek ji îhlala mafê Xirîstiyanan e. Ji bo Xirîstiyanan bê mulk bihêlin û mal û milkê wan belav bikin îhlalan pêş dixin. Xezpa milk a Xirîstiyanan, îhlala herî mezin a Suryaniyên Xirîstiyan in. Îro li Kolana Alanya ya Taxa Atakent a Navçeya Hezexê ya Şirnexê înşaeta Mizgefta Salîhiye yek ji xezpa milkê suryaniyan e.    Li ser zeviya ku xwediyê wê Suryaniyê Xrîstiyan e mizgeft û xanî tê avakirin û bi vî rengî hatiye xezpkirin. Bêyî destûra xwediyê tapopê bigirin, bi destûra Serokatiya Diyanetê mizget tê avakirin. Lê divê karê ruhsatê ne ji Diyanetê ji Şaredariyê bê stendin. Li gel ku Şaredaryia Hezexê destûra înşaetê nedaye, destûr ji diyanetê stendine û bê rûhsat bi awayekî qaçax înşaet avakirine. Tapoya parsela 11'an a 172 ada ku ji 18.190.00 metrekare pêk tê, ya li Kolana Alanya ya taxa Atakent a Hezexa Şirnexê li ser navê Ferit Kulen qeyd kirî ye.  Hem xezp kirine û hem jî bi awayekî qaçax ava kirine. Piştre jî alîkariyê ji cemaweriyê dixwazin."    Wekîlê HDP'ê Tuma Çelîk ji bo bersivandinê ev pirs ji Wezîr Murat Kurum pirsîn:    * Ji bo rê li pêş xezpa mal û milk bê girtin wezareta we wê çi tedbîran bigire?    * Ji bo înşaeta Mizgefta Salîhiye ya li Kolana Alanya ya Taxa Atakent a Hezexe tê avakirin destûr hatiye girtin? Ger destûr girtibin jî çawa û ji ku girtine?    * Li qada ku şaredariyê destûr nedaye çawa dest bi înşaeta mizgeftê dikin.    * Malên ku ruhsata wan tune destûra wan heye û kê ev destûr daye?    * Wezareta we ji bo vê rewşa ku milk hatiye xezpkirin wê çi bike?    * Çima mudaxaleyî avahiyên qaçax nakin?    * Qada ku şaredariyê ruhsat nedaye, bi awayekî aşkere ji bo înşaetê alîkariyê dixwazin. Ev yek xwe dispêre destûra Serokatiya Diyanetê gelo?