Qeyûmê bi hilbijartinê çû, ji şaredariyê lîsteya karkeran xwest 2019-07-26 09:14:05 AMED – Qeymeqam Serdar Kartal ku Şaredariya Yenîşehîrê heta qirikê xistibû bin deynan, niha jî ji şaredariyê lîsteya xebatkarên şaredariyê yên endamên sendîkaya ne û agahiyên der barê karker û midûrên nû hatine girtin de xwestin. Rayedarên şaredariyê jî diyar kirin ku qeymeqam midaxileyê karê wan ê navxweyî kiriye û ji ber vê daxwaza qeymeqam red kirin.  Qeymeqamê Navçeya Yenîşehîr a Amedê Serdar Kartal, di 18'ê Tîrmehê de du nivîs ji Şaredariya yenîşehîrê re şandin û di nivîsan de doza lîsteya karkerên endamên sendîkaya ne û midûr û karkerên nû hatine girtin kir. Her wiha qeyûmê berê Kartal di nivîsê de xwest divê tştên xwestiye di 19'ê Tîrmehê de jê re bên şandin. Rayedarên şaredariyê jî diyar kirin ku qeymeqam midaxileyê karê wan ê navxweyî kiriye û ji ber vê daxwaza qeymeqam red kirin.    Cîgira Hevşaredariya Yenîşehîrê Nevriye Çûr, bilêv kir ku qeymeqam bi vî awayî mudaxileyî karên navxweyî yên şaredariyê kiriye û got: "Mer bersiva van nivîsan neda. Kar û birêvebirina şaredariyê ne karê qeymeqam e. Qeymeqam wekî qeyûm hatibû tayînkirin. Niha jî qeymeqamê Yenîşehîrê ye. Tu dibê qey xwe wekî şaredar dibîne. Dixwazin ji xebatkaran re bêjin 'lê biner ez li vira me hayê min ji we heye.' Halbûkî kîjan heval bixweze bibe endamê kîjan sendîkayê wê bibe. Ev kar ne karê bi zext û zoriyan e."    Her wiha Parlementera HDP'ê ya Ameê Semra Guzel jî der barê vê yekê de pêşnizpirsek berpêşî Serokatiya Meclîsê kir.