ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-26 09:00:01 * Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl ku yek ji enxweşxaneya herî mezin a Amedê ye ji ber ku paqijî paş nayê kirin cara sêyemîn e rastî tofana kêzikan tê. Ji ber kêzikên zêde 2 serwîsên nexweşxaneyê hatin valakirin.  * Rojnameger Nîkolaos Stelya, bal kişand ser polîtîkayên Tirkiye yên Herêma Rojhilatê Akdenîzê û xebatên sondajê û wiha got: “Di halê hazir de îzolasyona Tirkiye ya li herêmê bi xwe re aloziyê ava bike. Dîsa bêtir civaka Tirk û Kibrisê ji hev dûr dixe."   * Ferhat Demîr ê li taxa Xaçortê kargeriya rîşalê vekir bi 6 jinên ciwan re dixebitînin û kelûpelên xemlê çêdikin. Jinên ciwan hem hunerê fêr dibin hem jî ji kelûpelên xemlê kara aborî dikin. Xebatkarên kargehê dibêjin ku ew ji karê xwe kêfxweş in.    * Li Rihayê, dinava 6 mehên destpêkê yên sala 2019’an de, 378 zarokên temenê wan di navbera 12 û 16’an de, rastî tecawîzê hatin. Koordînatora Navenda Mafê Zarokan a Baroya Rihayê Parêzer Esra Yûrûm Aktaş, diyar kir ku ji bo ku pêşîlêgirtina bûyerên wiha bê girtin, divê raya giştî bê zanekirin.     * Ji karkerên ji Şaredariya Alîagayê hatin derxistin Mehmet Emîn Şavûr, bang li gelê Îzmîrê û saziyên civaka sivîl kir û got: "Werin em mil bidin milên hevdu û bi hev re bi ser bikevin."    * Qeymeqam Serdar Kartal ku Şaredariya Yenîşehîrê heta qirikê xistibû bin deynan, niha jî ji şaredariyê lîsteya xebatkarên şaredariyê yên endamên sendîkaya ne û agahiyên der barê karker û midûrên nû hatine girtin de xwestin. Rayedarên şaredariyê jî diyar kirin ku qeymeqam midaxileyê karê wan ê navxweyî kiriye û ji ber vê daxwaza qeymeqam red kirin.    * Parlementera HDP'ê Huda Kaya, diyar kir ku ger Tirkiye mudaxileyî Rojavayê bike dibe ku bi hezaran DAIŞ'iyên dîlgirtî cardin çalak bibin û got: "Bi liv û tevgereke biçûk jî dibe ku herêm cardin veguhere gola xwînê. Ji bo vê demildest divê hiqûq û mekanîzmaya navnetewî têkeve dewrê."      * Mîhrîcana Xweza û Çand a Mûnzûrê ya li Dersimê, wê di roja 2'yemîn de dewam bike. (10.00-21.00)   * Danişîna doza Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag a jê girtiye, wê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. (10.00)   * Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kûbilay, li avahiya navenda giştî ya partiya xwe, wê derbarê pêşketinên rojevê de, civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Baroya Amedê wê ji bo bîranîna Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî li pêş edliyê di hefteya 185'emîn de daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)