Nûçegîhanê ROJNEWS'ê yê Biradostê 6 rojin di bin çavan de ye 2019-07-26 08:37:06 HEWLER - Nûçegîhanê Ajansa ROJNEWS'ê Zubêr Biradostî ku 6 roj berê ji aliyê hêzek pêşmergeyên ser bi PDK’ê ve hat binçavkirin, heya niha tu agahî jê nayê girtin. Hêza ku Zubêr Biradostî binçavkirine jî diyar dikin ku tu haya wan ji binçavkirinê tûneye! Li gorî lêkolînên hatine kirin û zanyariyên ji kesekî nêzî Zubêr Biradostî hatine wergirtin, Zubêr Biradostî ji aliyê îstixbarata Fermandeya Helgurd ya ser bi Partiya Demokrata Kurdistan (PDK)’ê ve hatiye daxwazkirin ji bo baregeha fermandariyê, piştre hatiye binçavkirin û şandine bajarokê Mesîf ya ser bi Hewlêrê. Ji malbat û xizmên Zubêr re ragihandine ku qet pirsa wî nekin, heya ku ew bixwe xeberek didin malbatê. Li gorî zanyariyên hatine bidestxistin, asayîşê ragihandiye ku sedemê binçavkirina Zubêr ji ber karê wî yê rojnamevanî li herêma Biradostê ye. Ajansa Nûçeyan a Ronews’ê peywendî li gel Fermandeyê Fermandeya Helgurd a ser bi PDK’ê Lîwa Behram Arif re kir, lê wî fermandeyî ragihand ku tu haya wan ji binçavkirina Zubêr Biradostî tûneye.   Di nava salek de peyamnêrê ROJNEWS'ê Zubêr Biradostî cara duweme tê binçavkirin. Di demsala Zivistanê de jî Zubêr Biradostî hatibû binçavkirin û piştî çend rojek di asayîşa navçeya Soran de ma, bi kefalet hatibû berdan. Wê demê jî asayîşê ragihandibû ku haya wan ji girtinê tune ye.