Polîsan li Yukselê 5 kes binçav kirin 2017-11-23 14:39:03 ENQERE – Di roja 380’emîn a çalakiya Kolana Yukselê de polîsan mudaxeleyî çalakiyê kir û 5 kes binçav kirin.  Çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” a ku ji aliyê Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ve hat destpêkirin ji aliyê piştevanên wan ve di roja 380’emîn de dom kir. Çalakiya greva birçîbûnê ya Gulmen û Ozakça jî 260 roj li pey xwe hişt. Çalakvanên ku piştevaniya Gulmen û Ozakça dikin xwestin li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin. Lê pêşiya çalakvanan ji aliyê polîsan ve hat girtin û destûr neda ku çalakvan çalakiya xwe li dar bixin.    Polîsan mudaxeleyî çalakiyê kir û pankarta “Di roja 260’emîn a greva birçîbûnê de bila Nuriye û Semîh paş ve bigirin kar” çirandin. Her wiha polîsan Dervîş Lermî, Îlker Işik, Sultan Aydogdu, Sîmge Aksan û Ozgur Kara derp kirin û ew binçav kirin. Polîsan her 5 çalakvanan li maşîneyê siwar kirin û ji qadê dûr kirin.