Di 2018'an de li Tirkiyeyê 11 hezar û 629 zarok mirinBajarê Mêrdînê li Tirkiyeyê di rêza duyemîn de ye 2019-07-25 16:00:46   MÊRDÎN - Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, bal kişand ser mirina zarokan a li Mêrdîn û diyar kir ku li gori îstatîstikên TUÎK'ê li Tirkiye herî zêde zarok li Mêrdînê jiyana xwe ji dest didin. Gunay, anî ziman ku di sala 2018'an de li Tirkiyeyê 11 hezar û 629 zarok mirine û li bajarê Mêrdînê bi rêya ji sedî 14.9 di rêza duyemîn a bajaran de ye. Gunay, xwest ji bo vê yekê Meclîs lêkolîn bike.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Ebrû Gunay, têkildarî zêdebûna mirina zarokan a li Mêrdînê ji meclîsê xwest ku meclîs vê mijarê lêkolîn bike. Gunay, anî ziman ku TUÎK'ê di Hezîranê de îstatîstîka mirinê ya Sala 2018'an a Tirkiye aşkere kir û wiha got: "Li gorî daneyên TUÎK'ê rêjeya mirina zarokan a li Tirkiyeyê di sala 2017'an de 12 hezar û 118 zarokan jiyana xwe ji dest dan û di sala 2018'an de 11 hezar û 629 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî vê rêjeyê di sala 2018'an de herî zêde zarokan li Mêrdînê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên TUÎK'ê li Mêrdinê ji sedî 14,9 zarokan jiyana xwe ji dest daye û di nava bajarên Tirkiye de herî zêde lie Mêrdînê zarokan jiyana xwe ji dest dane."    Gunay xwest meclîsa Tirkiye li ser vê meseleya mirina zarokan lêkolînê bike. Guney, xwest ji bo rê li pêş mirina zarokan bê girtin Meclîs Komîsyona Lêkolînê ava bike.