DYA, QSD û koalîsyon dibêje ‘herêma ewle’ Tirkiye jî dibêje ‘bila di kontrola min de be’ 2019-07-25 11:26:12 KOBANÊ – Şandeyên DYA’yê di kêliyên hemwext de li Enqere û Hesekê hevdîtinan pêk anîbûn. Hûrguliyên hevdîtinan hêdî hêdî derdikevin holê. DYA, Koalîsyona Navnetewî û QSD di mijara “herêma ewle” de xwedî fikrekê ne. Tirkiye jî li wan ferz dike ku herêm di bin kontrola wan de be.    Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mijarên “herêma ewle” û tevgera rojên dawî ya Tirkiyeyê ku li ser sînor pêk tîne di rojevê de cihê xwe girt. Serê hefteyê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYA’yê James Jeffrey li Enqereyê hevdîtinên têkildarî van mijaran pêk anî. Di heman kêliyan de jî Serermandarê Hêzên Navenda DYA’yê (CENTCOM) Kenneth McKenzie jî li Hesekê li gel Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî hevdîtinek pêk anî. Hat zanîn ku Tirkiye ji bo bigîhîje armanca xwe vebijêrka eskerî daniye ser maseyê û di hevdîtina li gel DYA’yê de encam bi dest nexistiye.     Tirkiye bi sewqiyata li ser sînorê Kobanê, Girê Spî û Serêkaniyê gef û gûrê bixwe. Hat zanîn ku Tirkiye di civînê de gotiye “lazime herêma ewle di bin kontrola min de be” ferz kiriye. Vê ferzkirina Tirkiyeyê rê li ber xitimandina civînê vekiriye. Hat ragihandin ku QSD jî dixwaze bi rêya muzakereyan pirsgirêkan çareser bike.    WÊ BIBE HERÊMA ‘EWLE’ GELO?   Hat zanîn ku mijara “herêma ewle” ya ev demeke tê nîqaşkirin negihîştiye encamekê. Tê gotin ku dê 460 kîlo metre li ser sînorê Tirkiye û Rojava plasaziyek “herêma ewle” bê çêkirin û gelek aliyên vê planê hene. Tê gotin dê firehiya wê 5 kîlo metre be. Dê kî çawa bê bicihkirin ne diyare û nîqaş li serê didome. Ev mijar di nava aliyan de nelihevkirinê jî bi xwe re tîne. QSD dixwaze hêzên xwe 5 kîlo metre paş ve bikişîne û vê herêmê radestî meclîsa eskerî ya herêmî bike. Tê angaştkirin ku Tirkiye jî bi awayek germ li vê mijara ku herêmê kontrol bike dinêre.    JI KOBANÊ HETA QAMIŞLO    Qada 5 kîlo metre ji bo bajarên wek Kobanê, Girê Spî, Serêkaniyê, Dirbesiyê, Amudê û Qamişlo derbasdar e. Heke pêşniyara QSD’ê ji aliyê DYA ve bê qebûlkirin dê pêşniyara wan li navenda bajaran û derdoran wan pêk were. Tê gotin dê li vê herêma “ewle” nokteyên çavdêriya Koalîsyona Navnetewî bên avakirin û dê vê herêmê kontrol bikin. Heke şertên aliyan bên qebûlkirin tê diyarkirin ku dê nûnerên Tirkiyeyê jî di van nokteyên çavdêriyê de hebin.    TIRKIYE ÇI DAXWAZ DIKE?   Hat destnîşankirin ku James Jeffrey di hevdîtina li gel rayedarên Tirkiyeyê de pirr germ li pêşniyarên Tirkiyeyê mêze nekiriye. Tirkiye dixwaze ku herêm di bin kontrola wan de be û eskerên tirk çavdêr bikin. Ev pêşniyarên Tirkiyeyê ji aliyên hêzên navnetewî û herêmê ve bi awayek erênî nehatiye pêşwazîkirin.    DAXWAZÊN TIRKIYEYÊ XITIMANDINÊ BI XWE RE TÎNE    Di heman kêliyên ku James Jeffrey bi rayedarên Tirkiyeyê civîn li dar dixist, Serfermandarê Amerîka Kenneth McKenzie jî li gel Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî re hevdîtin pêk anî. Vê hevdîtinê hemwext gelek balê kişand ser xwe. Di hevdîtina her du fermandaran de hat gotin ku QSD bi awayek germ li pêşniyarên Tirkiyeyê mêze nake. Helwesta Tirkiyeyê di civînê de rê li ber xitmandinê vekiriye. Hat zanîn ku hevdîtinên li ser herêma ewle dê dewam bikin û heyetên Amerîka bi her du aliyan re dîsa hevdîtinê bikin.    KOALÎSYON: BILA DI BIN ÇAVDÊRIYA ME DE BE    Tê gotin ku DYA, Îngîlîstan û Fransa yên di Koalîsyona Navnetewî de cih digirin bi dixwazin ku herêma “ewle” ya li ser sînor di kontrola wan de be.    MA / Nazim Daştan