Dê weke ‘berpirsiyarê KCK’ê’ yê gundek xeyalî bê darizandin! 2019-07-25 11:13:35 ŞİRNEX - Welatiyê bi navê V.R. ê li Cizîrê di sala 2016’an de hatin binçavkirin û berdan, piştî 3 salan derbarê wî de bi îdîaya “Berpirsiyarê KCK’ê” yê gundekê xeyalî ya navçeya Cizîrê hat dîtin û dê di vê çarçoveyê de bê darizandin! Welatiyê bi navê V.Y. ê li navçeya Cizîr a Şirnexê dijî, di 21’ê Çileya 2016’an de bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” di serdegirtina malê de hat binçavkirin. V.Y. piştî binçavkirinê, demek kurt hat berdan, lê polîsan vê carê jî, di çarçoveya heman lêpirsînê de bi ser mala welatiyê bi navê V.R. de girtin û binçav kirin. V.Y. û V.R., piştî îfadeyên wan hatin girtin, di heman rojê de hatin berdan.    ALÎKARIYA  KU BI DESTÛRA QEYMEQAMTIYÊ KOM KIRIBÛ, BÛ SÛC    Lê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê, debarê V.R. de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” îdîaname amede kir. Îdîanme ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê ve hat qebûlkirin. Pirtûkek û  2 kovarên li mala V.R. hatin dîtin, weke delîlên sûc hatin nîşandan.  Dîsa alîkariyên ku bi destûra qeymeqamtiyê ji bo Êzidiyên Şengalê yên ji ber êrîşên DAIŞ’ê reviyan hatibûn komkirin jî, sûc hat dîtin.     KIRIN ‘BERPIRSIYARÊ’ GUNDEK XEYALÎ   Di îdîanameyê de, V.R. weke “Berpirsiyarê rêxistinkirina gund û kolanan ê KCK’ê’ yê “Gundê Konûtlar” a girêdayî navçeyê hat dîtin. Lê di rastiyê gundeke wiha ya girêdayî navçeya Cizîrê tuneye û gundek xeyalî hatiye avakirin.    MA / Gokhan Altay