‘Em ê bi her awayî li dijî hilweşandina Heskîfê derkevin’ 2019-07-25 09:43:39 AMED – Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Berfîn Can bertek nîşanî hilweşandina Heskîfê da û got ew ê ji bo Heskîfê têbikoşin.    Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dijî hilweşandina navçeya dîrokî Heskîfê derdikevin. Xwedî derketina Heskîfê jî di çarçoveya kapmanya “Nebe muptela, azad bibe” de cih digire. Ciwanên HDP’yî xwestibûn li Heskîfê çalakiyek li dar bixin polîsan mudaxeleyî wan kiribû û îşkence li wan kiribû. Gelek şahî û çalakiyên ciwanên HDP’ê ji aliyê walîtiyan ve tê qedexekirin.    Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Berfîn Can bi bîr xist ku şahî û çalakiyên kampanyaya wan ji aliyê polîsan ve tên astengkirin û bi şideta polîsan re rû bi rû dimînin. Can got polîs li ser fermana waliyan destûrê nadin ku ciwan govendê jî bigerînin. Can da zanîn ku ew ê heta dawiyê li dijî şer têbikoşîn û ji bo demokrasî, azadî û aştiyê bixebitin. Can anî ziman ku ew li dijî wêrankirina cihên dîrokî û tunekirina ekolojiyê ne û ji bo Heskîfê got: “Em ê bi her awayî li dijî hilweşandina Heskîfê derkevin.”