Tirkiye ji bo xwe ji krîza aborî rizgar bike bi PDK’ê re li hev kir 2019-07-25 09:21:06 NAVENDA NUÇEYAN - Tirkiyeya ku ji ber referandûma serbixwebûnê ya Başûrê Kurdistanê, ambargoyek veşartî danîbû ser herêma Kurdistanê, niha ji bo krîza aborî ya welatê xwe çareser bike, pereyên malbata Barzanî yê di bankeyên xwe de desteser kiriye.    Derketibû holê ku piştî referanduma serbixwebûnê ya Başûrê Kurdistanê ya di 25’ê îlona 2017’an de pêk hatibû Tirkiye ambargoyek veşartî danîbû ser Herêma Kurdistanê. Referandûma ku rastî nerazîbûnên hikumeta Iraq û welatên cîran hatibû, berteka herî zêde Tirkiye dabû nîşandan û bi daxuyaniyên cur bi cur peyama ambargoyê dabû. Li gor agahiyên hatî bidesxistin, Tirkiye ji bo krîza aborî ya di welatê xwe de derbaz bike dixwaze vê ambargoyê bi kar bîne. Hat diyarkirin ku di vê çerçoveyê de wê û PDK'ê li hev kiriye.    Li gorî agahiyên ji çavkaniyek agahdar, hikûmeta Tirkiyê di destpêka ambargoyê de dest danîbû ser pereyê malbata Barzanî yên di bankeya Garantî ya li Tirkiyê. Serokê giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî ji bo pereyê wan di bankeyên Tirkiyê de neyên desteserkirin bi hikûmeta Tirkiyê re ket nava bazaran. Heman çavkaniyê îdia kir ku Mesûd Barzanî wendakirina pereyên xwe li Tirkiyê berçav negirt û li ser rêya referandûma Herêma Kurdistanê berdewam nekir. Barzanî, hemu şertên Tirkiyê yên li ser hinardekirina petrol, kelûpelên jiyanî, rêyên hewayî û deriyên sînoran qebûl kirin.    Çavkaniyê diyar kir ku ji ber wê sedemê Tirkiyê piştî 6 mehan qedexeya li ser balafirxaneya Hewlêr rakir, lê qedexeya li ser balafirxaneya navnetewî ya Silêmaniyê ranekir.   JI BO BERFIRHEKIRINA BAZARÊ GELEK CARAN ÇÛ ENQEREYÊ    Bi taybetî piştî lidarxistina referandûma Başurê Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, ji bo têkiliyên siyasî û aborî bi hikûmeta Tirkiyeyê re gelek caran ket nav hewldanan. Heman çavkaniyê da zanîn ku tu caran têkiliyên Nêçirvan Barzanî û hikûmeta Tirkiyê bi temamî qut nebûne. Nêçirvan Barzanî, piştî referandûma Başûrê Kurdistanê jî hîn zêdetir têkiliyên xwe bi Tirkiyê re xûrt kirin.    Çavkanî diyar kir, di hevditinên Nêçirvan Barzanî bi hikûmeta Tikiryê re zêdetir mijarên pêşîvekirin û derfetdayîna Tirkiyê ku bikare di xaka Başûr de serbest tevger bike, mijara Kerkûk û Misûlê, şandin û wergirtina dahata petrolê û zêdekirina qebareya dahata aboriyê hatine niqaşkirin û biryar hatine girtin.    AMBARGOYA TIRKIYEYÊ   Piştî ku hikûmeta Başurê Kurdistanê di 25 Îlona 2017’an de Referandum pêkanî, yekemîn  car hukumeta Bexda weke helwest, dest danî ser balafirxaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmanî. Deriyê sînor yê Xabur jî di nav de hemû deriyên sînor dorpêç kirin.    Di pey hikûmeta Iraqê re Tirkiyê jî dest danî ser rêya balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê. Qedexeya li ser balafirxaneya Hewlêr piştî 6 mehan hat rakirin lê li ser balafirgeha navdewletî ya Silêmaniyê berdewam kir.    Piştî lidarxistina referandûma Başûrê Kurdistanê Tirkiyê gelek gefên weke; sekinandina hinardekirina petrolê, xistina kapasîteya xeta petrolê ya Kerkuk-Ceyhanê, sekinandina projeya xeta gaza xwezeyî di navbera Hewlêr-Şirnexê de ku butçeya wê 30 milyar dolar bû.   Di çarçoveya lihevhatina Tirkiyê û PDK’ê de, demekî kurt de têkiliyên aborî û siyasî yên Hewlêr-Enqerê careke din ber bi başbûnê ve çûn.   MA / Erdogan Altan