Karataş: Tirkiye li Sûriyeyê di tengayiyê de ye 2019-07-25 09:19:16 STENBOL - Rojnamevan-Nivîskar Yûsûf Karataş, diyar kir ku Tirkiye li Sûriyeyê di tengayiyê de ye û ji ber polîtîkayên Erdogan ên emperyalîst û hewldanên ji bo binpêkirina destekeftiyên kurda, Tirkiye ketiye nav çirava şerê li herêmê.  Di 22-24'Ê Tîrmehê de heyeta bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYA'Yê James Jeffrey, di 22-24'ê Tîrmehê de li Enqereyê hevdîtin bi Wezîrê Parastina Netewî Hûlûsî Akar, Berdevkê Serkomar Îbrahîm Kalin û Cîgirê Wezîrê Karên Derve Sedat Onal re hevdîtin çêkirinç Her wiha di heman demê de jî Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA'yê (CENTCOM) Kenneth McKenzîe jî li Hesekê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî re hevdîtin çêkir. Êvara ku heyeta DYA'yê hevdîtin bi rayedarên Rojava û Tirkiyeyê re hevdîtin çêdikirin, hin kesan ji Serêkaniya Rojava top avêtin Serêkaniya Rihayê û di vê êrîşê de 6 kes birîndar bûn. Rojnamevan-Nivîskar Yûsûf Karataş, hevdîtina rayedarêN DYA'yî ya bi rayedarên Tirkiyeyê û Rojavayê re hat çêkirin û êrîşa hat kirin nirxand.    DYA DIXAZE ÇI BIKE?'    Karataş, bi bîr xist ku hevdîtina Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA'yê McKenzîe ya bi QSD'ê re di çapemeniya nêzî îktîdar de wekî "skandal" cih girtiye û got, hevdîtinên bi Enqere û QSD'ê re du hêlên plansaziya DYA'yê ya der barê Sûriyeyê de nîşan dide. Karataş, anî ziman ku ev bi plansaziya "herêma ewle" ve girêdayî ye ku tê xwestin Tirkiye jî daxilî nav vê planê bibe û got: "Yanî ji hêlekê ve wê QSD ji herêmên sînor ber bi hundur ve bikişiya û wê li deverên wekî Minbic, Tel Abyadê ku ereb lê zêde ne tevî Tirkiyeyê dewriyeyeke hevpar pêk bihatana, lê li hêla din jî wê rê li ber Tirkiyeyê bihata girtin ku mudaxileyî herêmên di dest QSD'ê de neke. Yanî bi awayekî dîtir DYA, dixwaze ku îktîdara Tirkiyeyê û kurdên Sûriyeyê di stratejiya xwe de bike yek pêk bîne. Yanî divê hevdîtinên li Enqere û Rojavayê pêk hatin di vê çarçoveyê de bên nirxandin."    ‘NAXWAZE KURD JI DESTAN BIÇE'    Karataş, destnîşan kir ku DYA naxwaze kurdên li Sûriyeyê ji dest wî biçin û ji bo pêşeroja Sûriyeyê ji xeynî kurdan tu hêzek tune ye ku DYA pê re bazariyê bike. Karataş, bilêv kir ku DYA, dixwaze Tirkiyeyê jî daxilî stratejiya xwe bike û got: "Nexasim jî ji bo Îranê dorpêç bike û di vê stratejiya xwe de bi ser bikeve pêdivî bi Tirkiyeyê heye. Dema mirov guh dide daxuyaniyên Tramp, ji hêlekê ve dibîne bi ser Tirkiyeyê ve diçe ji hêla din jî dibîne ku naxwaze Tirkiyeyê winda abike."    TIRKIYEYÊ DI TENGAYIYÊ DE YE    Karataş, destnîşan kir ku Tirkiye li Sûriyeyê tam di tengayiyeke mezin de ye û got: "Îktîdara Erdogan sirf ji bo destekftiyên kurdan ji holê rabike dixwaze têkeve Sûriyeyê, lê belê plana DYA'yê nahêle ev yek pêk bê. Her wiha ji ber rejîma Sûriyeyê û Rûsya jî dixwaze herêmên sînor radetî hêzên rejîmê bike, pir bi dilxwazî nêzî mudaxileya Tirkiyeyê nabin. Yanî niha wisa xuyaye her diçe Tirkiyeyê bêtir ditengije. Dibe di pêşerojê de ev hevdîtin veguherin hevdîtinên rasterast  û dibe Ocalan jî di dewrê de be û pêvajoyeke nû dest pê bike. Jixwe Ocalan di hevdîtinên xwe yên dawî de bi taybetî mijara Sûriyeyê destnîşan dike. Ev jî îşaret bi vê îhtimalê dike."    'PROVAKASYON E'    Karataş, destnîşan kir ku topa ji Serêkaniya Rojava li Serêkaniya Rihayê key jî nirxand û got, provakasyon e. Karataş, bilêv kir ku li pişt vê êrîşê hêzên dixwazin tehekumiyê li ser QSD'ê çêbikin hene. Karataş, gotinên Misteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan bi bîr xistin ku gotibû 'Heke bivê ez ê 4 zilaman bişînim û 8 fuzeyan bi wan bidim avêtin û vê yekê bikim hinceta şer' û got: "Ji vê jî diyar dibe ku kîjan hêz li paş van gotina ne. QSD, di daxuyaniya xwe de gotibû êrîşkar hatine zevtkirin. Yanî wê çend roj şûnde aşkere bibe ku ên ev êrîş pêk anîne kî nin."    Herî dawî Karataş, diyar kir ku Tirkiye li Sûriyeyê di tengayiyê de ye û ji ber polîtîkayên Erdogan ên emperyalîst û hewldanên ji bo binpêkirina destekeftiyên kurda, Tirkiye ketiye nav çirava şerê li herêmê.    MA / Ferhat Çelik