10 meh in cenaze nadin malbatê 2019-07-25 09:13:01 EDENE - Cenazeyê endamê HPG’ê Tûgay Çelîk ê di bombebarana li çoltera Elkê de jiyana xwe ji dest da, bi hinceta “DNA hev ne girtiye” nadin malbatê. Malbata ku 10 meh in hewl dide cenazayê kurê xwe bigire, got: “Qet nebe cenazeyên zarokên me bidin me.”    Cenazeyê endamê HPG’ê Tûgay Çelîk (Reşît Hogir) ê di encama bombebarana 14’ê Îlona 2018’an a li herêma Marînos û Kato ya çoltera navçeya Elkê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da ligel 10 meh sere derbas bûn jî, nayê dîtin. Malbata