ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-25 09:00:00 * Endama Komeleya Jinê ya Rozayê Narîn Gezgor, bilêv kir ku bi piranî cinayetên jinan bi asta bîbiriyê ya zilam ve tê girêdan û got, ev rewş sedema sereke ya berpêbûna ber bi jinê ve berevajî dike.  * Cenazeyê endamê HPG’ê Tûgay Çelîk ê di encama bombebarana li çoltera Elkê de jiyana xwe ji dest da, bi hinceta “li hev nehatina DNA’yê” nadin malbatê. Malbata ku ev 10 mehin hewl dide cenazayê kurê xwe bigire, got: “Qet nebe cenazeyên zarokên me bidin me.”      * Esnafên jin ên Wanê diyar kirin ku ew ji ber krîza aborî nikarin kar bikin û gotin: “Berê mişteriyên sabît hebûn, lê hemû çûn.”    * Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Pîşekaran a Dersimê Hidir Belîce diyar kir ku sedema bingehîn a krîza aborî ya li Dersimê ew e ku ji ber şer koçberî pêk tê û bêmirovkirina herêmê ye.   *  Krîza aborî her ku diçe kûr dibe û zêde bandorê li ser xizanan dike. Karkerên di karên cuda de kar dikin diyar dikin ku herî zêde ew bandora krîza aborî hîs dikin. Karkerê ku bi komkirina kaxizan debara xwe dike Erol Şakarakoglu, diyar kir ku kriza aborî li kolanan jî bandorê li ser wan dike û wiha got: "Hêza ku li ser serfxwariyê hebûna xwe berdewam bike mahkûmê krîza aborî ye."    * Waniyan bertek nîşanî qedexekirina konsera hunermendê Kurd Mem Ararat dan û gotin: “Ev qedexe bi temamî, girêdayî zimanê Kurdiye û parçeyekê înkarkirina çanda me ye. Her çiqasî astengî û qexede hebin jî, em ê dîsa dest ji çand û zimanê xwe bernedin.”    * Piştî şaredarî ji qeyûman hatin stendin, çalakiyên çand û hunerî yên hatiûn qedexekirin careke din dest pê kirin. Jin û ciwanên ku tev li çalakiyên çand û hunerî yên Parka Koşûyolûyê bûn, ji ber vê yekê kêfxweş in.    * Rojnamevan-Nivîskar Yûsûf Karataş, diyar kir ku Tirkiye li Sûriyeyê di tengayiyê de ye û ji ber polîtîkayên Erdogan ên emperyalîst û hewldanên ji bo binpêkirina destekeftiyên kurda, Tirkiye ketiye nav çirava şerê li herêmê.   * Tirkiyeya ku ji ber referandûma serbixwebûnê ya Başûrê Kurdistanê, ambargoyek veşartî danîbû ser herêma Kurdistanê, niha ji bo krîza aborî ya welatê xwe çareser bike, pereyên malbata Barzanî yê di bankeyên xwe de desteser kiriye.      * Danişîna doza Xebatkare Rojnameya Yenî Yaşam"ê Murta Sekmen û Tuba Salan wê li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê bê dîtin. (09.00)    * Mihrîcana Çand û Xwezaya Mûnzûr a Dersimê wê li Gola Çeto bi çerexeyên bên vêxistin dest pê bike. (11.00)