Ji Temel ê HDP'ê ji bo 24'ê Tîrmehê peyama Huseyîn Aykol 2019-07-24 16:04:06 ENQERE - Parlementerê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel, bi boneya Roja Têkoşîna Ji bo Azadiya Çapemeniyê 24'ê Tîrmehê, ev daxuyanî da: "Heya ku kesên mîna Huseyîn Aykol hebin, em ê li ser vê erdnîgariyê tovên hêviyê biçînin." Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Tayîp Temel, bi boneya Roja Têkoşîna Ji bo Azadiya Çapemeniyê 24'ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî weşand. Temel di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol ên berî çend rojan hat girtin û wiha got: "Heya ku kesên mîna Huseyîn Aykol hebin, em ê li ser vê erdnîgariyê tovên hêviyê biçînin."   Temel di dawiya peyama xwe de ev tişt gotin: "Li ser vê axê gelek rojnamegerên heqîqetê dişopînin, an hatin girtin an jî hatin kuştin. Lê em baş dizanin ku heya ku kesên mîna Huseyîn Aykol hebin, em ê li ser vê erdnîgariyê tovên hêviyê biçînin. Ez cejna rojnameger û kedkarên çapemeniyê yên hîna jî, bedel didin û gelek tiştan didin ber çavên xwe pîroz diklim!"