Li Kurdistana Federe DAIŞ’î li ‘kampek taybet’ hatin bicihkirin 2019-07-24 13:40:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyar kirin ku 793 DAIŞ’iyên di girtîgehên Herêma Kurdistana Federe de, di bin konrola Parastina birêxistin kirî ya îstîxbara KDP’ê de, li “kampek taybet” hatine bicih kirin. Hat dest nîşan kir ku kampa heta bêje rehet û xwedî derfete.    Hat îdîakirin ku DAIŞ’iyên li Herêma Kurdistana Federe û Îraqê hatin girtin, dibin kontrola Parastina birêxistinkirî ya îstîxbara KDP’ê de li kompek taybet a li navçeya Zawîtê ya Dûhokê hatin bi cihkirin. Li herêma ku hikûmeta Partiya Demokratîk a Kurdistinê (KDP) bi rêve dibe de, ji sala 2014’an û vir ve, 793 DAIŞ’yên li herêmên Şengal, Rabîa, Mûsil, Kerkuk û Xaneqînê hatin girtin di vê kampê de dimînin.    DIBIN KONTROLA PARATIN DE   DAIŞ’ê, di sala 2014’an de, di serî de Mûsil û herêmên li ser sînor bi cih bû û dûre di demek kurt de herêmên girêdayî Mûsîlê dagir kirin. Pişt re Pêşmergan û Artêşa Îraqê bi piştgiriya koalîsyona navneteweyî dest bi operasyonekê kirin û piştî salekê Mûsil ji bin dagirkeriya DAIŞ’ê rizgar kirin. DAIŞ’iyên li herêmê serweriya xwe winda kirin, di çarçoveya peymanan de teslîmî KDP’ê bûn. Hat zanîn ku 793 DAIŞ’iyên di girtîgehên herêmê de girtîbûn, di bin konrola Parastina birêxistinkirî ya îstîxbara KDP’ê de, sewqî “kampên taybet” ên li navçeya Zawîtê ya Dihokê hatin kirin.    BI DAIŞ’IYAN RE CIVÊN LI DARDIXIN’   Hat destnîşan kirin ku di kampên mijara gotinê de, DAIŞ’yan pergala xwe avakirine û Ebû Kewser Sûrî yê 59 salî yê ku dibêjin şêwirmenditiya Serokê DAIŞ’ê Ebûbekir El Bagdadî kiriye ji bo berpirsiyartiya kampê hatiye hilbijartin. Hat îdîa kirin ku Endamê Parastinê yê berpirsê maseya DAIŞ’ê Qasim Lencî Zêbarî her roj diçe kampê û bi rêveberên DAIŞ’ê re civînan li dar dixe. Hat angaşt kirin ku Zêbarî di civînan de ji DAIŞ’iyan re dibêje, “Em li benda agahiyên rêveberiya herî jor a Parastinê ne. Çawan kû agahî were, emê we hemûyan berdin.” Balkêşe ku li aliyekê Hêzên Çekdarên Tirk (TSK), operasyonên der sînor ên li dijî Kurdistana Ferdere berdewam dikin û li aliyê din jî, DAIŞ’iyan dixwin “Kampên taybet.”   KAMP BI KONFORE!   Hat îdîakirin ku 793 DAIŞ’iyên li kompa tên girtin pir bi konfor û rehete! Hat destnîşan kirin li girtîgehên herêmê ji bo pirsgirêka cih girtiyên siyasî û edlî di heman odeyan de tên girtin, lê ji bo DAIŞ’iyan jî  kompên bi konfor hatine amade kirin. Hat diyar kirin ku DAIŞ’iyên di kampê de, dibin navê “spor, nimêj, xwendin, temaşekirin TV, çêkirina xwarinê û derketina qadên hevpar de” ji bo perwerdê diçin baxçe û salonek hatine amede kirin.