ÎRA: Azadiya çapemeniyê tune, 152 rojnameger girtî ne 2019-07-24 11:45:06 AMED - Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad, têkildarî 111'emîn salvegera 24’ê Tirmeha 1908’an a "Rakirina sansurê û azadiya çapemeniyê" daxuyanî da. ÎRA diyar kir ku her çend 111 sal berê sansur hatibe rakirin jî niha 152 rojnamger girtî ne û rojnameger tên binçavkirin û darizandin.    Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) bi minasebeta 111'emîn salvegera 24’ê Tirmeha 1908’an a "Rakirina sansurê û azadiya çapemeniyê" daxuyaniyek nivîskî weşand. ÎRA, destnişan kir ku her çend 111 sal berê rojname ji bin kontrola sansure derketin û rojnameger bûn xwedî mafê çapê û agahiyan bi civakê re parve bikin jî, 111 sal şûnde rewşa rojnamegerên ku tên binçavkirin, darizandin, cezakirin û girtin nişan dide ku li Tirkye azadiya çapemeniyê tune û sansur nehatiye rakirin. ÎRA di berdewama daxuyaniyê de wiha got: "Daneyên ku saziyên çapemeniyê parve dikin nişan dide ku her roj rojnameger tên binçavkirin, darizandin û rastî cezayan tên. Li gorî daneyên Înisiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) niha li Tirkiye 152 rojnameger girtî ne. Ji destpêka çileya 2019’an heta niha 36 rojnameger hatin binçavkirin. 13 rojnameger hatin girtin. Der barê 30 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin. 8 doz hatin vekirin û 314 rojnameger hatin darizandin. 42 rojnameger rastî ceza hatin. 2 rojnameger dersînor kirin. Tirkiye di mile azadiya çapemeniyê ya Cîhanê de di rêza 157’an de ye. Piştî OHAL hat ilankirin û şûnde bi deh hezaran rojnameger betal man. Bi sedan nasnameyên rojnamegeran hatin betalkirin. Bi dehan rojnameger ji ber cezayê heyî neçar man ku Tirkiye terk bikin. Çameniya heyî jî, ji sedî 95 di bin kontrola îktîdarê de ye."    ÎRA, herî dawî anî ziman ku ev nişan dide ku çapemenî ne azad e û wiha bi dawi kir: "Rojnameger di bin zext û tundiya hikûmetê de kare çapemeniyê dikin. Hewl didin agahiyên rast bi civakê re parve bikin. Em wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad ji ber zext, tundî, binçavkirin, lêpirsîn, doz, darizandin û girtina rojnamegeran bi dawî nebûye vê rojê wekî cejn nabînin. Di serî de em dixwazin hemû hempîşeyên me yên girtî bên berdan û darizandina rojnameegeran bi dawî bibe. Em carek din dibêjin Rojnamegerî Ne sûc e. Ji rojnamegeran re azadî.”