Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut hat binçavkirin 2019-07-24 10:30:33 MÊRDÎN – Polîsan li Nisêbîn û Qoserê bi ser malan de girt. Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut jî di nav de 3 kes binçav kirin.    Li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê polîsan serê sibehê bi ser malan de girt. Polîsan lêgerîn li malan pêk anî û mal serûbin kirin. Polîsan di serdegirtina malan de Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut, encûmenê Şaredariya Nisêbînê Mehmet Emîn Alkan û Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Mêrdînê Leyla Bozkurt di serdegirtina malan binçav kirin.    Hat zanîn ku siyasetmedar di çarçoveya lêpirsînek serdozgeriya Mêrdînê daye destpêkirin hatine binçavkirin. Binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. Parêzeran ragihand ku dosyeya lêpirsînê bi sînor kirine û derbarê naveroka dosyeyê de agahî bi dest nexistine.    Hat zanîn ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.    AVÊTIN SER AVAHIYA HDP’Ê JΠ   Di çarçoveya heman lêpirsînê de polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Nisêbînê de jî girt û hemû kelûpelên li hundir serûbin kirine.