Endama Meclîsa Şaredariya Rezanê hat binçavkirin 2019-07-24 09:38:32 AMED - Endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Nûrsl Ormek, di serdegirtina malê de hat binçavkirin.    Polîsan pêr bi ser mala Endama Şaredariya Rezan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûrsel Ormek de girtin. Polîsan piştî lêgerîna malê Ormek binçav kirin û birin Midurietaya Polîsan a Amedê. Nehat zanîn ku Ormek bi çi hincetê hatiye binçavkirin.