Şivanê 30 salin di nava xwezayê de dijî bûye perçeyek xwezayê 2019-07-24 09:14:35 ÇEWLÎK - Veysel Sadidag ê 30 salin di nava xwezayê de dijî û şivaniyê dike êdî wekî ku zimanê sewalan zanibe, bi sewalan re têkiliyê datîne.  Li Çewlîkê ku ji sedî 42 mêrg û zozan e, bi sedan koçer li van zozanan koçeriyê dike û sewalan xwedî dikin. Welatiyên ku li van zozanan sewalan xwedî dikin bi xwezayê de dibin yek perçe û jiyana wan di nava xwezayê de derbas dibe. Koçerên ku derdikevin zozanên Şerafdînê ne sewalkariyê dikin bi xwezayê re dijîn. Welatiyê ku ji Êlihê koçî Çewlîkê kiriye û 30 salin li vir şivaniyê dike Veysel Saridag (42) bi xwezayê re bûye yek. Veysel Saridag ê li Gundê Îçmelerê şivaniya welatiyan dike, serê sibê sewalan ji nava gund kom dike û diçe li zozanên Şerafdinê diçêrîne. Dema dibe êvar disa sewalan teslîmî xwediyê wan dike.    Saridag ku 30 salin şivaniya sewalan dike êdî bi xwezayê û sewalan re bûye yek perçe û ji zimanê wan fam dike. Saridag, diyar kir ku wî ev pîşe ji bavê xwe girtiye û bi sewalan re bûye yek perçe û wiha got: "Ez zimanê ku ew fam bikim di axivim. Bizamê ku ez pê diaxivim wesal fam dikin. Ez û ew zimanê hev fam dikin. Serê sibê saet di 07.00’an sewalan derdixim çêrê û saet di 18.00’an de vedigerim malê. Li şûna ez karkerê fabrîqeyê bim ez bi karê şivantiyê bêtir aram û kêfxweş im.  Şivanî bi qasî zor û zahmet e, ew qas jî kêfxweşiyê dide min. Em ji zimanê hev fam dikin.    Dema ez 15 sali bum min dest bi şevaniyê kir. Ez ji Ametê heta Êlihê û ji Êlihê heta Mêrdînê ji wir ji heta Rihayê meşiyam. Em zivistanî derdiketin zozanên Şereftînê. Piştî me 4 -5 mehan li wir diman em disa em dadiketin Amedê. Rêwîtiya me 30 -40 rojan berdewam dikir. Piştre ez li Çewlîkê bi cih bûm û demek dirêj e li vir şivaniyê dikim.    MEHÊ 3 HEZAR TL QEZENÇ DIKIM   Saridag, anî ziman ew şivaniya 110 sewalan dike û mehê 3 hezar tl qezenç dike û wiha bi dawî kir: "Ji bo ku ez çêra baş bidim wan ez diçim cihê herî xweş. Ez tenê dixwazim sîgorta min hebûya."