Nasnameya ‘zilam’ ferzî Akgun a LGBTÎ ya girtî kirin 2019-07-24 09:14:02 HATAY - Nîhat Akgûn a LGBTÎ ya ji Girtîgeha Îskenderûnê bi destûrê derket, diyar kir ku ji ber nasnameya wê ya zayendî di hucreya yek kesî de hat girtin û nasnameya “zilam” ferzî wê hat kirin.    Nîhat Akgûn a LGBTÎ ya nêzî salekê di Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê ma, bal kişand ser zorî û zehmetiyên di girtîgehê de rastê hatin. Akgun, diyar kir ku ji ber nasnameya wê ya zayendî di hucreya yek kesî de hat girtin û wiha axivî: “Ez ji gelek mafên min bêpar hiştim.”   HEJMARA LI SER PIYAN FERZÎ WÊ KIRIN    Akgûn, da zanîn ku rojê saetekê derdikev baxçeyê û wiha got: “Ez beşdarî qûrs û fealiyetên civakî ne dikirim. Gardiyenan pergala hejmara leşkerî ferzî min dikirin. Dibin navê  lêgerînê de, bi ser hucreya min de digirtin. Ez rastî heqaret û tacîzên wan dihatim.”    Akgûn, anî ziman ku gardiyenan hevdîtina malbatê ya saetekê bi awayekê keyfî asteng dikirin û wiha bilêv kir: “Girtiyên nexweş derman nedikirin. Weke kesekê LGBTÎ li vî welatî jiyîn pir zore. Civak ji ber nasnameya me ya zayendî, me qebûl nake. Em her tim hebûn. Emê her tim hebin. Em li her derê ne. Êdî fêrî me bibin.”    'BI AKGÛL RE MALBAT JÎ TEŞHÎR DIKIRIN'   Parêzera Akgûn Mehtap Sert jî, diyar kir ku Akgun ji ber ku LGBTÎ bû di hucreya yek kesî de girtin û wiha got: “Gardiyenan, nasnameya zilaman ferzî Akgûn kirin û bi Akgûn re malbat wê jî teşhîr dikirin. Akgûl ji ber nasnameya xwe ya zayendî tim rastî bêmafiyan hat û tê.”    MA / Hamdûllah Kesen