ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-24 09:00:21 * Karkerên tekstîlê yên ji Tekstîla Salîha a Edenê hatin derxistin, diyar kirin ku ji bo mafê wan bê dayîn ewê têbikoşin û banga piştevaniyê  li hemû kesan kirin. * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku xeta rêya sêyemîn a ku ew diparezin wê bêtir gelên Tirkiye di bin sîwanekê de kom bike û îtîraza li dijî siyaseta Tirkiye ye. Temellî, anî ziman ku gava yekem a xeta sêyemîn makeqanûna demokartîk e.    * Nîhat Akgûn a LGBTÎ ya ji Girtîgeha Îskenderûnê bi destûrê derket, diyar kir ku ji ber nasnameya wê ya zayendî di hucreya yek kesî de hat girtin û nasnameya “zilam” ferzî wê hat kirin.    * Veysel Sadidag ê 30 salin di nava xwezayê de dijî û şivaniyê dike êdî wekî ku zimanê sewalan zanibe, bi sewalan re têkiliyê datîne.    *  Rojnameger Tayfun Katirci ku ji bedena xwe astengdar e û di rojên herî dijwar de bi biryar û baweriyek xwirt rojnamegeriyê kir, diyar kir ku 24'ê Tîrmehê Roja Têkoşîna Azadiya Çapemeniyê ye û wiha got: "Ez ji hempîşeyên xwe yên ciwan re dibêjim, Rojnamegerî xizmeta civakî ye."    * Li navçeya Westana Wanê karkerên zeviyan ên ji serê sibehê heta êvarê dixebitin diyar kirin ku ew heqê keda xwe nastînin û li şûna wan kesên navbeynkar qezenc dikin.    *Çêkirin û li xwe kirina kulavan her ku diçe kêm dibe û dibe dîrokî. Li navçeya Sîwereg a Rihayê, hosteyê kulava ê herî dawî Kadrî Yenîgun, ji ber ku êdî daxwaz tuneye, tu qezenca wî nîne.    * Şîrketa Personelan a Şaredariya Êlihê wê 120 karkeran bi kûrayê li Kompleksa Salona Sporê ya Şaredariyê hilbijêre. (10.00)   * TJA, ji bo plana kampanya "Ji bo azadiyê rabe ser piyan" a 5 mehan, wê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)    * Şaxaı HABER-SEN'ê ya Amedê ji ber hêjmara kêm ya karkerên PTT'ê wê li pêş Midûriyeta Sereke ya PTT'e daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)