Maşina polîsan a zirxî li Amedê rastî êrîşê hat 2019-07-24 08:45:26 AMED - Li navçeya Yenîşehîr a Amedê maşina polîsan a zirxî rastî êrîşek bi bombeyî hat.  Li Taxa Şehîtlîk a Navçeya Yenîşehîr a Amedê di saetên şevê de maşina polîsan a zirxî ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve rastî êrîşa bi bombeyê hatin. Piştî bomte teqîya, gelek polîs hatin cihê bûyerê. Hat diyar kirin ku di êrîşê de kes birîndar nebûye û jiyana xwe ji dest nedane. Piştî êrîşê polîsên hatin cihê bûyerê li taxê dest bi operasyonê kirin.