Li 15 gundên Bedlisê qedexeya derketina derve îlan kirin 2019-07-23 19:58:29   BEDLÎS - Walîtiya Bedlisê li 15 gundên girêdayî navend û navçeyên Bedlisê qedexeya derve îlan kir.    Walîtiya Bedlisê li 15 gundên girêdayî navçe û navenda Bedlîsê bi hinceta operasyona eskerî qedexeya derketina derve îlan kir. Walîtiyê li ser malpera xwe daxuyanî da û diyar kir ku li 15 gundên dinava sinorê Bedlisê de ji 23'ê Tîrmehê heta fertama duyemîn qedexeya derketina derve îlan kiriye.