250 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin 2017-11-23 12:57:11 STENBOL - 250 parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 250 parêzerên ji bajarên wek Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mersîn, Mûgla, Amed, Êlih, Colemêrg, Mêrdîn û gelek bajarên din bi rêya Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Bi vê serlêdanê re bû cara 707'an ku parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê didin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve 706 car in serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtinê bi hincetên "Rewşa nebaş a hewayê" "Keştî xerabe ye", "Keştî tê tamîrkirin" û "Rewşa Awarte" nayê qebûlkirin.